• Anasayfa
  • Favorilere Ekle
  • Site Haritası

Kristin Ozbey

Kristin Ozbey
Qristin11@hotmail.com
Bûyer û Wêje
27/07/2014

   Van çend salên dawî tofana di dema salên 90 î de ku li ser tofanên din hatibû, hêdî hêdî dikeve nav wêjeyê jî. Van rojên dawî min sê pirtûkên ku nû derketine stend û li du hev xwend. Çi tesadufek mezinbû ku naveroka hersêyan jî heman mijarbûn. Hersê berheman jî min birin wan salên reş ên 90 î. Wan salên ku agirek ne besî me bû agirek din ê ji wî bişewattir peyda bûbû, herderê welat dişewitand dilê me disotand. Amed Çeko Jiyan di pirtûka xwe ya bi navê Berbang Jî Şahid e de qala wan bûyer ên bêbext ên ku piranî di berbangê de diqewimîn dikir. Di berbangê de mirin tim bi dengê ‘Allahuekber’ an bi sator an jî bi berdana guleyekê li serî dihat. Nivîskar ji ber ku bi berbangê re şehedî kiriye ji me re di ber xwe de wek pistepistekê hurik hurik vedigot.  

   Dilawer Zeraq di pirtûka xwe ya bi navê Nexşên Li Giyan de qala du kesên ku hevalê hevdu yê zarokatiyê bûne dikir. Qala du hevalên ku bi destê hêzên dewletê yek yê din dikuje dikir û wek wan gelek kesên ku destê wan dikeve xwîna hevdu. Dilawer Zeraq nexşên li giyanê me yên ku bi êş hatine neqişandin vedigot û bi hostahiya wêjevanekî me têr diêşand. Îlhamî Sîdar di pirtûka xwe ya bi navê Sadakat ku bi tirkî nivîsiye de qala wehşeta ku lehengê serekeyê romanê dibîne vedigot. Leheng bi awayekî wisa hatibû girêdan ku xwe piçekî tevbida werîsê stuyê wî dişidiya û wî difetisand. Îlhamî Sîdar bi awayekî wisa rut mirina lehengê xwe dianî ziman ku bi her livandinê bêhna mirov bi wî re diçikiya.

   Her sê nivîskarên me jî şehedî û çavdêriya wan salan kiribûn û ji wan salan heta niha çîrokên xwe bi xwe re gerandibûn. Em bi vî awayî dibînin ku dawiya dawî huner tiştên mirov ên ku di hundir de mane derdixe derve. Vê êşa ku ewqas salan bi nivîskarên me re geriyaye û haveynê xwe girtiye û îca dora xwendina wan hatibû.

   Dema ku mijar wêje be, êş dibe haveynê hevîr û heta hevîr demekê di teştê de nemîne, tirş nebe û nerije ew nan nayê pijandin. Bê pijandin jî wê şikeva be û wê tehma nan ne xweş be.

   Piştî şerên cîhanê berhemên wêje yên hêja derketine holê. Hemu nivîskarên wê demê şehediya wehşeta şer kirine, di giyanê xwe de wê êşê hebandine û bi wêje vereşiyane. Di van salên dawî de êdî wêjeya kurdî ji diruşme, propaganda û wegotina bindestiyê xelas dibe û dikeve qonaxa wêjeya cîhanê. Bawerim wê berhemên hêja ji vê êşa vî gelî bizên. Hêvîdar im ku di beşên hunerên din de jî wê berhemên hêja bên afirandin. Ji bo vî jî xebat xebat xebat pêwîste.

                                                                              Kristin Ozbey

 



1584 kez okundu. Yazarlar

Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yapmak için tıklayın

Yazarın diğer yazıları

Üyelik Girişi