• Anasayfa
  • Favorilere Ekle
  • Site Haritası

Seyfedînê Welekorî

Seyfedînê Welekorî
seyfitemel@hotmail.com
“XEYALA MIN”
16/06/2014

 

Hêvîyamin xeyalekbû ew jî derketina rojêbû,lê xeyal limin kirne xilas.

Serê sibê zû ji nava cî direvyam tana kiras çîpê rût lingê pêxas.

Piştaxwe da  dûwar mêzedikir li berê şeveqê çevêmin dibûn weke tas.

Di destêminda qetek nanê tisî ji serma diricifîm, Bavêmin digo  tu çidikî mêrxas.

Ez li benda rojême derkeve ji pişta çîyê, destêmin bigire ji minra bibe kiras.

Bidemin  azadî germahîya xwe bide ser welat, min ji tarîtîyê bike xilas.

Negrin pêşîya rojê ew xeyalamine, ew azadîyamin ew hebûnamine.

        &                                 &                                         &.

Xeyalamin ez li peyte revyam bûm xort bûm keça cîwan.

Dengek kete guhêmin gazîdikir digot rabin ey zarokê nûrcîwan.

Hilgirin ala rengîn  bibin bahozû boran, dakevin deştû zozanan.

Bibin kulîlka azadîyê şîn bibin li ser çîya, tîrêja rojê xweda serwan.

Neskinin bibin şervanû şoreşvan, serî rakin li ber zulmawan.

Xeyalamin ge bûm Êgît,şehîd ketim, ge bûm Mazlûm ronîbûm bin zîdanan.

Carna dibûm xemla Bêrîtan carna Zeyneb, Sarya û hevala Zîlan.

Negrin pêşîya rojê ew xeyalamine.ew azadîyamine ew Kurdistane.

               &                           &                                         &.

Xeyalamin ez mezinbûm bûm Welat bum dîrok bûm Şaristan.

Bum tirêja rojê derketim ji rojava ronîkir erdû ezman  bûm Ronikvan.

Bûm Med, Mihabat û Botan min nivîsand dîrok bi xûyna Şehîdan.

Car cara Melayê Cîzîrî, car cara  bûm Feqyê Teyra, helbest anî Ziman.

Xeyalamin carna bûm Êhmedê Xanê,evîna Memû Zînê anî pêşberêwan.

Lê tarîkirin berê rojê xayînû dijminan,xwedan pêşyê wek Beko Êwan.

Rojamin rêkate rêka azadîyêye kes nikare bibe astengî li pêşîyawan.

Negrin pêşîya rojê ew xeyalamine ew azadîyamine ew Serok Öcalane.

 

                                            Helbest: Seyfedînê Welekorî:

                                                           (Seyfettin TEMEL) 30/06/2011;



1532 kez okundu. Yazarlar

Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yapmak için tıklayın

Yazarın diğer yazıları

EMRO - 16/06/2014
Tu kişîya di ber minra wek ava çemû kanîya bi sala’ne Sal xelas bûn limin émro, min nedît xweşî û dewra’ne.
Üyelik Girişi