• Anasayfa
  • Favorilere Ekle
  • Site Haritası

Ji nivîskar Amedî pirtûka 'Şopa Bêdengiyê'

AMED (DÎHA) - Nivîskar Jîr Jan Amedî pirtûka xwe ya bi navê "Şopa Bêdengiyê" li avahiya BES'ê da nasîn.

Nivîskar Jîr Jan Amedî li avahiya Sendikaya Kedkarên Bûroyê (BES) pirtûka xwe ya bi navê "Şopa Bêdengiyê" da nasîn. Di dema nasîna pirtûkê de endam û rêveberên sendîkayê amade bûn. Nivîskar pirsan bersivand û li ser pirtûkê nirxandin kirin. Piştî pirs û nirxandinan Amedî pirtûkên xwe îmze kir.

Nivîskar Amedî pirtûka xwe ji bo kesên ku di tekoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane û kesên ku di şopa tekoşîna azadiyê dene bexş kiriye. Pirtûk, ji 8 helbestan pêk tê. Naveroka pirtûkê bi giştî li ser şerê ronahî û tariyê ye.

(nak/bd)

890 kez okundu

Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yapmak için tıklayın
Üyelik Girişi