• Anasayfa
  • Favorilere Ekle
  • Site Haritası

TEVGERA ÇAND Û HUNERÊ KONFERANSA XWE YA 4’EMÎN LI DAR XIST

Tevgera Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê ji bo serdema nû li Rimêlanê 4’emîn konferansa xwe pêk anî. Tevgera çandê ji bo serdema nû û pêşxistina hunera şoreşgerî biryarên gelek girîng wergirtin

 

Tevgera Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê li Navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a bajaroka Rimêlanê bi beşdariya 240 endamên tevgerê konferansa xwe ya çaremîn di bin dirûşma “Pêxember, Zaniyar û Hozan pîroziyên civakê ne” li dar xist. Di konferansê de Wezîra Çand û Hunerê Nihawend Hesen û cîgirê wê Hina Hina, Endamê Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk Aldar Xelîl, Endama Kordînasyona Yekitiya Star Zelal Cîger û nûnerên hemû civakên sivîl û akademiyên fikr ên herêmê amade bûn.

CÎHANA MANEWÎ YA CIVAKÊ

Salona konferansê bi wêneyên têkoşerên Tevgera Çand û Hunerê, sembolên kurdan û pankartên bi nivîsên wekî “Çand cîhana manewî ya civakê ye û qanûna wê ya exlaqî û zanist û hunera wê ye.” û “Bê perwerdeyên akademîk negengaz e çanda demokratîk bê pêş xistin.” Hatibû xemilandin. Konferans bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre 5 endamên dîwana konferansê hatin hilbijartin. Axaftina destpêkê ji aliyê Endamê Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk Aldar Xelîl ve hat kirin. Xelîl di axaftina xwe de wiha anî ziman: “Em wekî TEV-DEM’ê û bi navê gelê herêma Cizîrê konaferansa çaremîn li hemû endam û têkoşerên Tevgera Çand û Hunerê ku bi saya wan asta tevgerê li Rojava pêş ketiye, pîroz dikim.”

ŞOREŞA ROJAVA

Piştre Wezîra Çand û Hunerê Nihawend Hesen û cîgirê wê Hina Hina û Endama Kordînasyona Yekitiya Star Zelal Cîger axivîn. Hemûyan di axaftinên xwe de bal kişandin ser girîngiya çand û hunerê di şoreşa Rojava de û diyar kirin çand riya ku gel û civak pê digihîje azadiya xwe, çanda ku nûnertiya hemû civakê bi pêkhateyên wê dike.” Cîger di axaftina xwe de her wiha derbarê rewş û êrîşên çeteyên DAIŞ’ê li dijî herêma Kobanê de axivî û diyar kir ku armanca van êrîşan ew e ku vîna gel bişikîne û destkeftiyên wê têk bibin. Cîger di berdewama axaftina xwe de got ku pêwîst e hemû pêkhateyên rojavayê Kurdistanê li dijî van êrîşan ku hebûna wan hedef digirin, destên xwe bidin. Piştre perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan der barê Tevgera Çand û Hunerê de ku têde dibêje “Çand cîhana manewî ya civakê ye, qanûna wê ya exlaqî ye, zîhniyeta wê ye, huner û zanista wê ye.” hatin xwendin. Piştre rapora kar, xebat û çalakiyên salekê yên Tevgera Çand û Hunerê ya herêma Cizîrê hatin xwendin. Her wiha rewşa rêxistinî ya tevgerê jî hat nirxandin.

BIRYARÊN KONFERANSÊ

Di dawiya konferansê de gelek biryar di aliyên çand û hunerê de hatin girtin. Hin ji van biryaran ev in:

1- Divê hemû endamên tevgerê beşdarî perwerdeyên di hemû aliyên çandî de bibin.

2- Plansazî û rêxistinkirina sînemayê bê danîn.

3- Navendên akademîk ên taybet ên çand û hunerê bên vekirin.

4- Xebat û çalakiyên 4’ê Nîsanê li ser asta herêmê bên lidarxistin.Her wiha şêwaza kordînasyona rêvebirinê ji nû ve hat avakirin û 33 endam ji seranserî herêmê hatin hilbijartin.

GIRKÊLEGÊ – ANHA



897 kez okundu

Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yapmak için tıklayın
Üyelik Girişi