• Anasayfa
  • Favorilere Ekle
  • Site Haritası

MÎRÊ ZİMANÊ KURDÎ;CELADET ALÎ BEDIRXAN

NAVENDA NÛÇEYAN / AMED

 

Mîrê zimanê kurdî Celadet Alî Bedirxan di tevahiya jiyana xwe de ji bo azadiya gelê kurd têkoşiya. Celadet ligel nasnameya xwe ya siyasî bi nasnameya xwe ya ziman, çand û hunera kurdî jî li dû xwe gelek berhemên hêja hiştin

 

Celadet Alî Bedirxan ê ku berî 53 salan konê xwe ji vê dinyaya xopan da hev û çû ser dilovaniya xwe hê jî bi kesayet û berhemên xwe yên ku li dû xwe hiştiye riya entelîjansiya kurd ronî dike û serê gelê kurd serrbilind û serfiraz dike. Mîr Celadet yek ji lawên malbata mezin a kurdan, malbata Bedirxaniyan bû. Celadet di 1893’yan de li Stenbolê ji dayik bûye û di 15’ê Tîrmehê 1951 li Hêcanê girêdayî Şamê koça dawî kiriye. Ew wekî pêşengê nivîsîna kurdî bi tîpên latînî tê nasîn. Di warê lêkolînên li ser kurdî de gelek xebitiye û li sirgûn û nefiyê kovarên Hawar û Ronahî weşandiye. Xebatên Celadet bûn bingeha wêjeta kurmancî ya hemdem.

NIFŞA SÊYEM

Nifşa sêyem a Malbata Bedirxaniyan di serê sedsala 20’an de bi Celadet, Kamuran û Rewşen Bedirxan ve dest pê dike û xeleka vê malbata serhildêr a dawiyê ye. Di xeleka dawîn a Bedirxaniyan da Celadet Bedirxan cîhê herî girîng digire. Celadet Alî Bedirxan an jî bi navekî din Mîr Celadet li 26’ê Nîsana 1893’yan li Stenbolê ji dayik bûye. Bavê wî siyasetmedar û rewşenbîr Emîn Alî Bedirxan e ku ew jî yek ji kurên Mîr Bedirxan e. Dema Celadet ji dayik dibe, malbata wî li Stenbolê li sirgûnê ye. Dayika wî Senîha Xanim, Bavê wî Emîn Elî Mufetişê Dadgeha Stenbolê ye. Her wiha, wî li wan salan da di nav tevgera kurdan da jî cihekê girîng digirt. Di l922’yan de, dema Kemalîst hatin ser hukmê û Stenbol bi dest xist, ji bo serok û pêşengên kurdan ku di nav wan da Bedirxanî jî hebûn, fermana bidarvekirinê derxis. Li ser vê, Celadet tevî birayên xwe Kamuran, Safter Tewfîq û birazayê xwe Heqî ve li 1923’yan berê xwe da Almanyayê û li wir dest bi zanîngehê kir. Di vê navberê de, birayê wî yê biçûk Safter li Almanyayê ji ber nexweşiyê mir. Birayê wî yê din Tewfiq jî zivirî Tirkiyeyê û li wir bi zora Kemalistan paşnavê xwe kir Çinar.

SERDEMA ALMANYAYÊ

Celadet Bedirxan di jiyana xwe ya siyasî de, beşdarî gelek çalakiyên neteweperwerane bûbû, ew serokê Xoybûnê û yek ji damezrînerên wê bû. Piştî şerê Bedirxaniyan ê dijberî Sultan Abdulhamît, tevî malbata xwe hat sirgûnkirin. Piştî ku tevgera rizgarîxwaza tirk bi pêşengia Mistefa Kemal bi ser ket, fermana bidarvekirina Emîn Alî Bedirxan û her sê kurên wî derket. Li ser vê Emîn û Sureya çûn Misrê, Kamuran û Celadet jî çûn Almanyayê. Wan li wir dest bi xwendina bilind kir. Celadet xwendina bilind qedand doktoraya hiqûqê wergirt. Celadetê ku li Almanyayê hiqûqê dixwend di ber de jî li ser ziman û çanda kurd xebatên xwe didomand.

XEBATÊN LI SER ZIMAN

Piştî şikestina Serhildana Tevgera Azadiyê ku wekî Serhildana Şêx Seîdê Kal jî tê zanîn Celadet derbasî binxetê bû. Mîr Celadet li Sûriyeyê di nav xebata Xoybûnê da endamekî pêşeng bû, ew yek ji beşdar û alîkarên Serhildana Agiriyê bû. Di sala 1930’ê de, diçe Şamê û dest bi xebata niştimanî dike. Mîr Celadet ji bilî zimanê kurdî bi îngilîzî, fransî, almanî, tirkî, farisî, erebî, yewnanî jî dizanî ku hem ew der barê vê de agahiyan daye û hem jî wergerên wî yên ji van zimanan hene. Celadet piştî ku Serhildana Agiriyê ya ku bi pêşengiya Xoybûnê pêşketibû tê şikandin li Şamê ji kar û barên siyasî zêdetir di milekî din de ji bo Kurd û Kurdistanê xebatên xwe domand. Di wan salan de (1930’an) der barê rêzimanê kurdî de gelek xebatên giranbûha pêş xist. Kovarên Ronahî û Hawarê bi sernivîskariya wî derdiketin. Di yekemîn hejmara kowara Hawar de Celadet wiha nivîsaniye: “Hawar dengê zanînê ye. Zanîn xwe nasîn e, xwe nasîn ji me re rêya felatê vedike. Her kesê ko xwe nas dike; dikare xwe bide naskirin.”

CELADET Û XOYBÛN

Celadet piştî ku diçe Beyrûdê dikeve nava tevgera welatparêzên kurd. Di vê navberê de, hewldanên damezrandina rêxistineka neteweyî jî dest pê kiribû. Piştî tevlibûna Celadet, li 5’ê îlona sala 1927’an li Lubnanê li bajarê Bêhemdûnê kongreya damezrandina Xoybûnê pêk anî. Di nav damezrênerên Xoybûnê de ji bilî Celadetî rewşenbîrên wekî Dr. Nurî Dêrsimî, Qedrî Can, Dr. Nuredîn Zaza, Memdûh Selîm Wanlî, Hemze Bêgê Muksî, Ekrem û Qedrî Cemîl Paşa û serekên herêmî yên wekî Haco Axa, Emînê Perîxanê, Mistefa Şahin Begê Berazî, Bedredinê Hebizbinî û gelekên din jî hebûn. Yek ji biryarên Xoybûnê ew bû ku ew ji bo piştgiriya Agiriyê li herêma sînorê binxetê têkevin nav hewldanên leşkerî.

VEGERA ŞAMÊ!

Di tebaxa 1930’î de tevî rewşenbîr û serhildêrên kurd ên din bi zorê li Şamê hatin bicihkirin xebatên siyasî yên bê encam û dorpêçana dewletên serdest berê Celadet dabû rêyeke din. Rewşa herêmê jî êdî dest nedida ku kurd ji bo hevkariyê dewleteke alîgir bibînin an jî serhildaneke neteweyî pêş bixin. Helbet, ji bo pêkanîna raman û îdealên xwe kovarek jî wî ra lazim bû. Di 15’ê Gulana 1932’an de hejmara yekem a kovara ‘Hawar’ê gihand xwendevanan. Armanca Mîr Celadet ew e bu ku alfebeya kurdî latînî bi vê kovarê li seranserê Kurdistanê belav bike. Celadet wê demê pirtûka xwe ya rêzimanê ya bi navê Rêzimana Elfabê ya Kurdî çap kir. Celadet di sala 1935’an de li Şamê bi dotmama xwe Rewşen Xanimê ra zewicî. Rewşen xanimê wê demê mamosteyî dikir. Di sala 1924- 1945’an de kovara Ronahî jî derxist. Di zewaca wan da bi navên Cemşîd û Sînemxan du zarokên wan çêbûn. Her wiha, kurekê wan bi navê Safter jî hîn di yeksaliya xwe da miribû. Keça Rewşenxanê ya ji şûyê wê yê yekê bi navê Useyma bû li ba wan dima.BÎRA QEDERÊ

Li Şamê rewşa aboriya Celadet her çend ku nebaş bû jî û gelek hevalên wî dixwestin alîkariya wî bikin jî, wî alîkarî qebûl nedikir. Celadet li gundê Hecanê ji bo avdana pembûyê zeviyên ku diajot bîreka mezin kola. Di nameyên ku ji malbata xwe ra dinivisîne navê wê bîrê danîbû Bîra Qederê. Celadet têkildarî vê bîrê ji Rewşen Xanimê re wiha digot: “Yan em ê bi Bîra Qederê zengîn bibîn yan jî feqîr!” Rojekê Celadet ê ku hewl dide pembû av bide dikeve bîrê û piştre wî radikin nexweşxaneyê, lê Mîr Celadet di 15’ê Tîrmeha sala 1951’an li gundê Hêcanê nêzîkî Şamê konê xwe ji vê dinyayê berhev dike û diçe ser dilovaniya xwe. Cenazeyê Mîrê zimanê kurd Celadet Alî Bedirxan li Goristana Mewlana Xalidê Nexşebendî li taxa Kurdan li Şamê tê veşartin. Berhemên Celadet Bedirxan wiha ne: Elifba Kurdî, Rêzimana Kurdî, Rûpelên Elfabê, Ferhenga Kurdî, Rêzimana Elifbaya Kurdî, Dîbaca Nimêjên Êzidiyan. Rojnivîska Almanyayê, Were Dotmam, Ji Rewşenbîrekî kurd ji Mustafa Kemal re Name û ji çîrok û nivîsên wî yên di kovaran de gelek pirtûkên din hatine amadekirin.
                                                                                              Azadiya Welat



1023 kez okundu

Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yapmak için tıklayın
Üyelik Girişi